Meclisa Rêveber rewşa darayî bi Desteya Darayî ya Giştî û Rêveberiya Giştî ya Baceyan re nîqaş kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi Desteya Darayî ya Giştî û Rêveberiya Giştî ya Baceyan re civiya da ku rewşa darayî û mekanîzmeyên pêşxistina xebatên darayî û bacayan, nîqaş bike.

Hevserokên meclisên rêveber, nûnerên nivîsgehên darayî û gerîndeyên baceyan ên kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de zehmetiyên ku rastî xebatên nivîsgehên darayî û gerîndeyên baceyan tên hatin nîqaşkirin û hin pêşniyar ji bo derbaskirina zehmetiyan û baştirkirina pêkanîna darayî, hatin kirin.

Desteya Darayî ya Giştî şîroveyeke kurt li ser planên xwe yên pêşerojê pêşkêş kir û tekezî li ser pabendbûna xwe ya berdewamiya piştgirîkirina sektorên cûrbecûr, şopandina karê wan, û rêxistinkirina pêkanîna qanûna bacê bi awayekî sîstematîk û bênavber, da ku berjewendiya giştî pêk were, kir.