Meclissa Aborî û Çandiniyê pilansaziya çandiniyê ya 2025 – 2026`an erê kir

Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî lidar xist. Endamên komîteyên meclisê û meclisên aborî yên kantonan tev li civînê bûn.

Di civînê de geşedanên siyasî hatin nirxandin. Paşê raporên salane yên meclisên aborî û çandiniyê yên kantonan û komîteyên girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên derbarê xebatên meha borî, hatin pêşandan.

Paşê rewşa rêxistinî ya giştî, zehmetiyên ku rastî kar û xebatên sektorên aborî û çandiniyê tên, hatin nîqaşkirin.

Di civînê de hin biryar hatin girtin ew jî wiha ne:

Erêkirina pilansaziya çandiniyê ya mewsimê çandiniyê 2025 – 2026`an.

Tevlîbûna berdevkê komîteya sotemeniyê ji meclisê re piştî dengdan û erêkirina ji aliyê beşdaran ve.

Amadekirina pilansaziya serjimariya sewaldariyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Rêveberîkirina Komîteya Depo û Aşxaneyan ji bo nirxandina rewşa teknîkî ya depo û aşxaneyan û lêkolîna rewşa wan a giştî ya xebitandinê.