Mîqdara pemboyê ku gihaştiye Saziya Giştî ya Pembo gihîştiye 20 hezar ton û wergirtin berdewam e

Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mustefa Îbrahîm got, xebatên wergirtina berhemên pembo berdewam e û miqdarê hatiye wergirtin 20 hezar ton e.

Îbrahîm diyar kir ku zextek li navenda wergirtinê ya li Hesekê heye û ew jî ji ber miqedarên ji herêmên cûda yên Kantona Cizîrê tên ku rojane 700 ton têne wergirtin.

Mustefa Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku berhemên pembo îsal zêdetirî pêwîstiya herêmê ne ji ber wê jî berhemên zêde dê derkevin derveyî herêmê.