Nirxê kirîna berhema pembû ji cotkarên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat diyar kirin
- 24-09-2025
Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxê kirîna yek ton pembû ji cotkaran bi /600/ dolarê emrêkî ,diyar kir.
Ev yek di civîna îro de, bi amadebûna Hevseroketiya Meclisa Aborî û Çandiniyê, Desteya Aborî û Çandiniyê û Yekîtiya Cotkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.
Mustefa Îbrahîm, hevserokê Saziya Giştî ya Pembû, got ku piştî wergirtina pêşniyarên ji kantonan û lidarxistina civînek bi Yekîtiya Cotkaran re, bi amadebûna hevserokên Meclisa Aborî û Çandiniyê, biha hat destnîşankirin û destnîşan kir ku bihayê /600/ dolarî piştî hesabkirina lêçûna her dunum û her kîlogramê û zêdekirina qazanca baş ji bo cotkaran hate ,diyar kirin .

