Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêvebrî Yekem civîna xwe li ser asta herêmê li dar xist

Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Duşemê yekem civîna xwe ya herêmî li dar xist, di civînê de hevserokê Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberî ,hevserokên nivîsgehên perwerdeyê yên li kantonan amade bûn.

Di civînê de planên rêxistinî û bernameyên perwerde û amadekirinê ji bo xebatkarên di deste û saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin hatin nîqaşkirin, bi armanca bilindkirina asta pîşeyî û pêşxistina xebatên îdarî, ku bandora karê saziyî û xizmeta civakî li hemû Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ,were zêdekirin.

Beşdarên civînê li ser zehmetî û pirsgirêkên ku sektora perwerde û amadekirina rêveberî pê re derbas dibe, nirxandin. Di civînê de, gelek çareserî û pêşniyar hatin pêşniyarkirin ku dê ji bo baştirkirina jîngeha perwerdeyê û peydakirina derfetên pêşketina pîşeyî ya domdar ji bo xrbatkarên di sazî û nivîsgehên cûda yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bibin alîkar.

Civîn bi xwendina rêziknameyên hundirîn û şirovekirina bendên wê li ser çawaniya birêvebirina dewreyên perwerdeyê û sîstema nivîsgehên perwerde û amadekirina rêveberî di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi dawî bû Her wiha Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberî tevlî Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.