Operasyona “Ewlehî û Mirovî” ya li Kampa Holê, bidawî bû
- 06-09-2025

Hêzên beşdarên operasyona “Mirovî û Ewlehî” bûne, ragihandin ku Operasyona “Mirovî û Ewlehî” bidawî û 11 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî, dawîkirina qonaxa nû ya Operasyona Mirovî û Ewlehî ya li Kampa Holê radigihînin.
Daxuyanî wiha ye
“Ev qonax hewlên me yên berê temam dike ji bo rûbirûbûna gefên ku ji aliyê şaneyên DAIŞ`ê ve tên kirin ku di demên dawî de hewl dane ewlehiya di nav kampê de derdiket
Bi hewildanên xwe sivîl û xebatkarên ku di saziyên mirovî yên xizmetguzariyê ku kampê dixebitin dixwarin.
Operasyonê di du rojan de encamên girîng bi dest xistiye.
Ji wan hîn encam ev in:
Girtin û hilweşandina torên terorîst ên ku di nav kampê de dixebitin
11 çeteyên girêdayî DAIŞ`ê hatin girtin
Têkbirina hewldanek ji bo hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û mirovî
Pêkanîna operasyonên şevê yên taybet
veşartgehên çeteyan ku di encamê de cihên ku êrîşan lê pilan dikin
Hilweşandin û tevgerên şaneyên terorîst di nav û derdora kampê de hatin sînordarkirin.
Her wiha operasyon beşdarî xurtkirina hevrêziyê bi rêxistinên mirovî re, misogerkirina berdewamiya xebata wan a ewle di nav kampê de
Dabînkirina hawîrdorek aramtir ji bo niştecihên wê bû.
Hêzên ku tevlî operasyonê bûne diyar dikin ku encamên wan ji operasyona Mirovî û Ewlehiyê girtiye, piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hevkarên me yên di Hevpeymaniya Navneteweyî jî di vê pêşvaçûnê de, diyar bû.
Em tekez dikin ku şerê me yê li dijî terorê wê her berdewam bin, û parastina sivîlan û misogerkirina pêdiviyên wan ên mirovî dê heya ku hemû hewldanên vejandina DAIŞ’ê û îdeolojiya wê ya tundrew ji holê neyên rakirin, dê pêşîniyên me yên sereke bin.”
Rûmet ji bo gelê me û berxwedana hêzên me.
Hêzên ku beşdarî Operasyona “Mirovahî û Ewlehî” bûne
06`ê Îlona 2025`an