Osman Baydemîr serdana Meclîlisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, parêzer, çalakvanê mafên mirovan û endamê Partiya Demokratîk a Gelan li Tirkiyeyê, bi armanca dîtina ezmûna rêveberiya xweseriya demokratîk li herêmê, serdana avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Ew ji aliyê Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, Birêz Evîn Siwêd û Birêz Hisên Osman, li gel cîgira meclisa rêveber Tarfa Osman ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de, rewşa heyî ya li Sûriyeyê û herêmê bi giştî, her wiha danûstandina nerînan li ser ezmûna rêveberiya xweser û rola wê di xurtkirina prensîbên demokrasiyê û dadmendiya civakî di navbera pêkhateyên cûda de, hat nîqaşkirin.

Herdu aliyan li ser mekanîzmayên têkoşîna neteweyî û demokratîk ji bo rûbirûbûna bi pirsgirêkên heyî û parastina tevna civakî û destkeftiyên ku li herêmê hatine bidestxistin, nirxandin.

Di nîqaşan de her wiha girîngiya rola jinan di warên siyasî û civakî yên cûrbecûr de, û tekezî li ser pêwîstiya yekkirina hewildanên ji bo pêşxistina çanda aştî û jiyana hevbeş hate kirin, da ku civakek demokratîk were avakirin ku bi edalet û wekheviyê were birêvebirin û mafên hemûyan bê cudahî garantî bike.

Serdan bi tekez li ser girîngiya yekkirina hewldanan û xurtkirina yekîtiya neteweyî di navbera hemû pêkhateyan de ji bo bidestxistina armancên xwe yên ji bo azadî û demokrasiyê, û ji bo avakirina pêşerojeke geş ku rûmetê diparêze û îradeya gelên azad xurt dike, bi dawî bû.