Platforma çalakiyên hevbeş a tevger û rêxistinên jinan bernameya hemleya li dijî şîdeta li ser jinê ragihand
- 15-11-2025
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro Şemiyê’ bernameya hemleya li dijî tundiya li ser jinê bi dirûşmeya “Bi Hev re Em Civakeke Demokratîk a Komînal Ava Bikin Ji Bo Bidawîkirina Şîdetê” ragihand.
Bi beşdariya nûnerên hemû tevger û rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partiyên siyasî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û endamên Kongira Star, daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya bajarê Hesekê bi sê zimanên fermî: Erebî, Kurdî û Suryanî hate dayîn.
Daxuyanî Wiha ye ;
Bi navê Platforma Çalakiya Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve em kampaniya xwe ya 25 Mijdarė radigihînin.
“Em Bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratik ü komînal ava bikin. Di bin dirüşmeya
Platforma Çalakiya Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkirina hemleyek li dijî tundiya li ser jinan radigihîne, ku dê di 15ë Mijdarë de dest pê dike û heta 30ė Mijdara 2025an berdewam bike.
Ev kampanya di demekê de të ku Sûriye di rewşên aloz én siyasî, aborî û civakî de dijî ku rasterast bandor li jiyana jinên Sûriyeyê kiriye, yên ku bi berdewami bi cûrbecür şêwazên tundütüjí, béparkirin û dûrxistinë re rû bi rû dimînin, çi bi rêya hewldanên dürxistina wan ji qada siyasi be, çi ji bi rêya înkarkirina mafê wan ê beşdarbûna çalak di avakirina pêşeroja welatê xwe de be.
Pes
Jinên Sûriyeyê bi têkoşîna xwe ya dirêj ispat kirine ku ew hêzek çalak in ku nayê dûrxistin, û ew dikarin dikarin bibin hevkarên berxwedan, ji nû ve avakirin û biryardanë, Tundütüjiya li ser jinan ne tené bi istismara fiziki an psikolojik ve sînordar e, lê her hewldanek ji bo dûrxistina wan vedihewine. Bedengkirina dengê wan di warên civakî û siyasi de şêweyê herî mezin ê tundûtūjiyê ye li dijî wan. Ji ber vê yekê, em piştrast dikin ku hêzdarkirina jinan û vekirina rê ji bo wan da ku rola xwe ya mafdar di hemû waran de bigirin, rêya dadmend ü rast e ber bi avakirina Sûriyeyek demokratik ů komunal ve ku baweriya xwe bi edalet, wekhevî û azadiyê tine.
Em her wiha piştrast dikin ku qurbaniyên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê wekî çirayek bimînin ku rêya azadî û wekheviyê ronî dikin. Wan xwîna xwe ji bo parastina rûmeta mirovan û nirxën edaletê pêşkêş kirin û li dijî hemû cureyên zordari ü tundûtūjiyê di pêş de rawestiyan. Xwîna wan sozek e ku em pébendi wê ne ku têkoşînê bidominin heya ku azadiya tevahi ji bo hemů jinan pêk were.
Ev kampanya qirînek hevgirtinê ya gerdûnî û mirovī ye ji bo bidawîkirina hemû cureyên tundûtûjiyê li dijî jinan, li her deverë ku ew lê hene, û ji bo avakirina prensibên edaleta civakî û rûmeta mirovan. Kampanya dê rêzeçalakî û bûyerên cihêreng li seranserê herêmên cuda di nav xwe de bigire, ji seminer û rûniştinên diyalogê yên ku li ser rêbazën rübirübūna tundütüjí ú dürxistinė nîqaş dikin/bigire heya kampanyayên medyayê û meydanê yên di bin dirüşmeya “Bi hev re ji bo bidawikirina tundûtūjiye”, bigire heya pêşangehên hunerî û çandî yên ku têkoşîna jinan îfade dikin û şehidan bi bir tinin, û bigire heya nobedarî û meşên hevgirtinê yên ku yekîtiya jinan li hember tundütüji ú cudakariyê nîşan didin.
Em, li Platforma Hevbeş a Çalakiyên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştrast dikin ku ev kampanya ne tenê herêmî ye, lê beşek ji tevgereke feminist a gerdûní ye ku ji bo cîhanek bë tundütüji ů zordariyê têdikoşe, cîhanek ku jin di hemi waran de cihê xwe yê mafdar digirin.
Hilwa ..ٍ: Bi hev re ji bo bidawikirina tundütüjiyê… Bi hev re ji bo avakirina Sûriyeyek azad, demokratik ú komunal ku baweriya xwe bi wekhevî û edaletê ji bo jinên azad tine, bi dilsoziya qurbaniyên şehîdên ku réya azadiyê vekirine.
Di encamê de,
Em bang li hemû jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li seranserê Sûriyeyê û cihanê dikin ku bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên về kampanyayê bibin, her yek bi awayê xwe, da ku dengë jinën azad bilind bikin û soza xwe ya ji bo berdewamiya têkoşînê heta ku civakek wekhev, bê hemû cureyên tundûtūji û cudakariya li dijî jinan, were bidestxistin, nú bikin.
Em bi vê yekê bernameya kampanyaya li dijî tundûtūjiya li dijî jinan radigihînin.
Dirüşma kampanyayê: “Bi hev re, avakirina civakek demokratik ú komunal ji bo bidawïkirina tundütüjiye.”
Bernameyê kampanyaye:
Dayina seminerên giştî û tayîbet li (komun, emeclis, gund, belde, sazi, dibistan û zanîngehan)
– Lidarxistina civīnan ji bo mêran
– Vekirina dewreyên perwerdyên sẽ roji ji bo mêran
Lidarxistina meşên tayibet ji bo mêran
– lidarxistina panělan
– pêşkêşkirina şano û pêşengihê wêneyan
daxwiyanî dayin di derarë tundûtūjiya li dijî jin û jîngehê li Qamişlo.
– dayin daxwiyaniyê derbarê tundûtūjiya li dijî jin ji hila mêran ve li bajarê Heseké.
– li darxistina xwepêşandanan li ser asta kantonan.
Yekşem, 30ë Mijdara 2025an
Cih: Bajarê Reqayê
Çalakiyên hevbeş:
25é Mijdara 2025an: Meş li seranserê parêzgehan
29ë Mijdara 2025an: Platforma medyayê bi beşdariya çend jinan ji bo nîqaşkirin û nirxandina kampanyayê
30è Mijdara 2025an: Foruma diyalogê li Bajarê Reqayê
– Mijar:
– Mijara yekem: Tundûtūji bi gişti (dīrok û rastiya tundūtījiyê li cîhanê)
– Mijara duyem: Têkoşîna li dijî tundūtījiyê li gorî peyman û rêkeftinên navneteweyî1
– Pêşniyar û encamnameya kampanyayê

