Rêveberiya Giştî ya Gumrikê dewreyeke pisporiyê di xebatê gumrikî de, bidawî kir


Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Rêveberiya Xweser îro dewreyeke pisporiyê di xebatê gumrikî de derçû. Şandeyek ji Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, şandeyên saziyên sivîl, leşkerî, malbata Şehîd Nûreddîn Sofî û malbatên endamên derçûyî, tev li merasîma derçûna dewreya perwerdeyê bûn.

Di merasîma derçûnê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hisên Osman axivî, derçûna dewreya perwerdeyê pîroz kir û tekezî li ser berdewamiya rêveberiyê di destekdayîna xebatên pêşxistina kadroyan bi rêya perwerdeyê, kir.

Paşê Azad Yûsif bi navê Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî, spasiya hemû saziyên beşdarî merasîma derçûna dewreya zabîteya gumrikê li Akademiya Şehîd Halim a Avakirin û perwerdeya Gumrikê ku bi navê Şehîd Nûreddîn Sofî bû ku têkoşîneke bêhempa ji bo mafên gelan û dozên azadî û rûmetî meşand, kir.

Her wiha xêrhatina malbata Şehîd Nûreddîn Sofî ku tev li merasîmê bibûn û tekezî li ser berdewamiya berxwedan û fedekariyê ji bo parastina pîvanên Neteweya Demokratîk ku cihê ewle ye di çarçoveya zehmetî û binpêkirinên rastî vê projeyên tên, kir.

Azad Yûsif bang li gelên herêmê kir ku li derdora QSD`ê kom bibin û tekezî li ser banga aştiyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan ji hemû gelan re kiriye ku bi hêviya tovên veguhertina hişyarî, guhertin ne bi rêya tundiyê ku nexşerêya çareserkirina dozên cîhanê û Rojhilata Navîne, kir.

Azad Yûsif derçûna dewreyê û serkeftina wan her wiha gihaştina wê ji vê qonaxa girîng re di xebatên wan ên pîşeyî û piratîkî de, pîroz kir û hêvî kir ku girîngiyê bidin zanist, zaniyarî û jêhatîbûna ku di hemû warên fikrî, meslekî û leşkerî de wergirtine û bi awayekî mezin ji xwe bawer bin da ku serkeftinê bidest bixin.

Azad Yûsif tekez kir ku ev dewre ne dawiya rê ye, lê belê berdewamiya dewreyên pêşerojê ye ji bo derbaskirina hemû zehmetiyên ku kesên di warê gumrikê de dixebitin pêre rûbirû dimînin û spasiya perwerdekar û mamosteyên ku ji bo veguheztina zanîn û pisporiyê hewlên xwe yên herî zêde dane, kir. Her wiha spasiya Nivîsgeha Perwerde û Amadekirina Rêveberî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev serkeftin li hemû şehîdên azadî û rûmetê û malbatên wan, pîroz kir.

Rêveberiya Giştî ya Gumrikê, Nivîsgeha Perwerde û Amadekirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê xelat. Xelat ji aliyê hevserokê nivîsgehê Elî Ebdurehman ve hate wergirtin û ew jî ji bo xebatên wan di pêşxistina xebatên akademiyan de, hate kirin.

Di merasîma derçûnê de, toreneke leşkerî ji aliyê endamên dewreyê ve hate pêşkêşkirin û paşê sûnd dan û wêneyên Şehîd Nûreddîn Sofî pêşkêşî endaman hate kirin.

Tê zanîn ku ev dewre 45 rojan li Akademiya Şehîd Halim bi navê Şehîd Nûreddîn Sofî dewam kir û 35 endam ji kadroyên Rêveberiya Giştî ya Gumrikê tev li dewreyê bibûn. Di dewreyê de dersên fikrî, leşkerî û pîşeyî girêdayî girîngiya perwerdeyê, rexne û rexnedayîn, hatin dayîn.