Rêveberiya Giştî ya Gumrikê pêşketinên siyasî û zehmetiyên ku rastî kar û xebatên wê bi civînekê nîqaş kir
- 17-09-2025
Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi endamên gerîndeyên gumrikê yên Kantona Reqa û Tebqayê re civiya. Di civînê de pêşketinên siyasî li cîhanê bi giştî û li Sûriyê bi taybet, hatin nîqaşkirin.
Hevserokatiya Rêveberiya Giştî ya Gumrikê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji rêveberên TEV-DEM`ê Cahid Hesen û endamên gumrikê yên tev li dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Nûredîn Sofî bibûn, tev li civînê bûn.
Di civînê de behsa bûyer û guhertinên siyasî li cîhanê, pêşketinên li Sûriyê, nêrîna Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina dozên siyasî li Sûriyê, hate kirin.
Her wiha zehmetiyên ku rastî kar û xebatên gumrikê li Kantona Reqa û Tebqayê tên û çawaniya çareserkirina wan, hate nîqaşkirin.

