Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji malbata şehîd Nûreddîn Sofî re xwest
- 13-08-2025

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberiyên xweser ên kantonên Cizîrê û Reqayê îro sersaxî ji malbata şehîd Nûreddîn Sofî re li bajarê Reqa û Qamişlo (Cihê jidayikbûna wî), xwest.
Di merasîma sersaxiyê de CîgirêHevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û destnîşan kir ku şehîd Nûreddîn Sofî fermandarekî pir xurt di şer û siyasetê de bû û rola wî di avakirina Rêveberiya Xweser de, pêşeng bû.
Şandeyê sersaxî ji malbata şehîd Nûreddîn Sofî re xwest û tekez kir ku ew ê bimîne yek ji semola têkoşîn û fedekariyê.