Rêveberiya Xweser beşdarî meşa girseyî a 25’ê mijdarê li reqayê bû

Hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelan, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaleta Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di pêngaveke ku pabendbûna xwe ya bi mafên jinan û parastina wan ji her cûre tundundiyê nîşan dide, îro Sêşemê beşdarî meşa girseyî ya ku ji aliyê Kombûna Jinan a Zenobia ve li bajarê Reqayê bi boneya Roja Cîhanî ya Şîdeta li ser Jinê hate lidarxistin, bûn.

Di meşê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û rêxistinên jinan ên li kantona Reqayê pêk hat beşdar bûn, beşdaran dirûşmeyên şermezarkirina hemû cureyên tundiyê li dijî jinan, xurtkirina maf û azadiya wan, û tekezî li ser pêwîstiya yekkirina hêzan ji bo parastin û piştgiriya jinan di hemû aliyên jiyanê de bilind kirin.

Tevgera Hîlala Zêrîn, di pêngaveke hunerî ya cuda de, pêşangeheke hunerî li dar xist ku tê de berhevokeke tabloyên afirîner hebûn ku hêza jinan, rola wan a pêşeng di civakê de û pabendbûna wan a domdar a ji bo pêşvebirina hemû nirxên mirovan nîşan dan

Ev çalakî rola girîng a jinan di civakên ku ji bo aştî û edaletê hewl didin de tekez dike, û biryardariya civakên herêmî li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo şerkirina li dijî tundî û cudakariyê, û pabendbûna wan a ji bo parastina mafên jinan di hemû astan de nîşan dide.