Rêveberiya Xweser beşdarî meşa girseyî yê ji bo êrîşên li ser taxên dorpêçkirî yên Helebê bû
- 08-01-2026
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî meşa girsyê a li bajarê Reqayê bû, û êrîşên komên çekdar ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin.
Meş ji Hola Mişwar dest pê kir û ber bi çerxerêya Panorama ve dewam kir. Şandeyek ji Meclisa Gelan a Demokratîk, Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sazî û dezgehên sivîl û leşkerî û şêniyên kantona Reqayê beşdar bûn.
Di meşê de pankartên bi nivîsên şermezarkirina êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û daxwaza rawestandina van êrîşên dubarekirî hatin hildan
Her wiha di meşê de axaftin ji aliyê Hemdan El-Ebd, Cîgirê Hevseroketiya Meclisa Rêveber, û Mişlib El-Turkan, Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, û berdevka Kombûna Jinan a Zenobia Fewza ve hatin kirin
Di axaftinan de êrîşên li ser gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin û hevgirtina gelê herêmê bi berxwedana wan re hate diyar kirin.
Di dawiya meşê de, girseya gel dirûşmeyên “Em hemû Şêx Meqsûd in, em hemû Eşrefiye ne, em hemû berxwedêr in” berzkirin.

