Rêveberiya Xweser projeya bûdçeya giştî ya sala 2026`an nîqaş kir

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re îro civîneke berfireh lidar xist. Hevserokên meclisên rêveber, nûnerên sazî û nivîsgehên darayî yên kantonan, Desteya Hevserokatiya Meclisa Demokratîk a Gelên û hevserokên Desteya Darayî ya Giştî beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Desteya Darayî ya Giştî Dr. Ehmed Yûsif, bi awayekî berfireh lîsteyên bûdçeyan û parên darayî yên her kantonekê şîrove kir û ew jî ji bo nîqaşkirina bûdçeya salane ya 2026`an.

Di civînê de bûdçeya veberhênanê ya sala bê ku tê de 150 milyon dolar ji bo projeyên veberhênanê hatine veqetandin, hate nîqaşkirin. Beşdaran jî tekez kirin ku di qonaxa pêş de projeyên xizmetguzarî, tenduristî û perwerdeyê werin pêşanîkirin û rola Yekîtiya Şaredariyan di pêkanîna planên pêşkeftinê de were xurtkirin.

Civîn bi diyarkirina demekê ji bo temamkirina nîqaşa projeya bûdçeyê bi Meclisa Demokratîk a Gelan re û piştî lêkolîneke berfireh were erêkirin, bidawî bû.