Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7`emîn salvegera damezirandina xwe bi şahiyekê pîroz kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi beşdarbûna Meclisa Demokratîk a Gelan, Meclisa Rêveber, Meclisa Edaletê, nûnerên kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sazî, meclis, deste, nivîsgehên girêdayî rêveberiyê, nûnerên saziyên sivîl, siyasî, leşkerî, civakî û beşdarbûneke berfireh ji şêniyên herêmê, 7`emîn salvegera damezirandina xwe, pîroz kir.

Şahî bi kêliyeke rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, destpê kir. Paşê Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber birêz Hisên Osman, Evîn Siwêd, Gabrîyêl Şemhûn, axivîn. Her wiha bi navê MSD`ê Hevserokê wê Dr, Mehmûd Muslit, bi navê QSD`ê Fermandar Cemîl Mezlûm, bi navê malbatên şehîdan Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Şêx Elî û bi navê Tevgera Jin Endama Koordînasyona Kongreya Star Bêrîvan Xalid, axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku ev boneyeke dîrokî ye û gaveke girîng ji bo bîranînarêya têkoşîna pîroz e û tekezî li ser pîvanên ku Rêveberiya Xweser ji wan destpê kir ku ew jî li ser esasê îradeya gelên azad, berdêlên şehîdan û yekîtiya pêkhateyên herêmê, hate kirin.

Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku Rêveberiya Xweser di rewşên zehmet de ku Sûriyê bi giştî û herêm bi taybet têre derbas bû hate damezirandin, ku hêzên terorîst xwestin azadiya mirovan, rûmetan binpê bikin û zordariyê ferz bikin lê keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ruhê hevgirtin û îsrarê li hember van êrîşan sekinîn da ku Rêveberiya Xweser bibe encama têkoşîna wan di avakirina modelekedemokratîk li ser esasê edalet, azadî, wekhevî û pêşengtiya jinan.

Kesên axivîn diyar kir ku rêveberî hêza xwe ji berdêlên şehîdan werdigre, ji destekdayîna gelku bingeha sereke ji bo berdewamiya tecrubeyê û derbaskirina zehmetiyan ava kir û QSD`ê, YPJ`ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber rola wan a navendî di parastina herêmê û belavkirina aramî û ewlehiyê de, silav kir.

Her wiha hate gotin, zêdetirî 5 milyon mirov ji pêkhateyên cûda îro li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dijî û tevî dorpêçkirinê û gefên berdewam hêza xwe di xwerêvebirinê de, pêşxistina saziyên xwe û avakirina modeleke demokratîk ku bûye nimûne, îsbat kir.

Di axaftinan de hate tekezkirin ku girîngiya Rêveberiya Xweser îro ji her demê bêtir diyar e. Ji ber krîzên siyasî, aborî û ewlehiyê yên ku Sûriyê têre derbas dibe. Ev rêveberî nûnertiya hêvî û modelek rast ji bo avakirina paşerojeke demokratîk ji bo hemû gelê Sûriyê dike, li ser bingeha azadî, edalet û jiyana hevbeş, dûrî zordarî û dûrxistinê.

Axaftvanan destnîşan kir ku armanc avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavendî, li ser esasê edalet, azadî û biratiyê, pîvana yekîtiya xaka Sûriyê û girîngiya lidarxistina kongreyeke niştîmanî hevbeş ku hemû beşên gelê Sûriyê bigre nava xwe û diyalog amûra sereke be da ku zehmetiyan derbas bikin û pêşerojeke hevbeş, ava bikin.

Di dawiyê de pabendiya bi pîvana diyaloga sûrî – sûrî ji bo gihaştina çareseriyeke siyasî ku pêşerojeke ronîkirî ji Sûriyê re misoger bike hate nûkirin û tekezî li ser pabendiya bi lihevkirina 10`ê Adarê û hewldanên cidî ji bo pêkanîna bendên wê bi gavên piratîkî berbiçav, hate kirin.

Piştî axaftinan Koma Kevana Zêrîn, Koma Yersûsa ya sûriyanî, hûnermend Aycan Kobanê û Telhet El-Hesen beşên hûnerî yên cûrbecûr pêşkêş kir.