Roja Şemiya bê li Kantona Firatê serjimarî û qedexeya giştî dê destpê bike
- 28-08-2025

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê amadekariyan dike da ku roja Şemiyê 30`ê Tebaxê dest bi serjimariyeke giştî li kantonê bike.
Rêveberiya Xweser biryara ferzkirina qedexeya giştî li kantonê derxist da ku ev yek destekê bide serxistina serjimariyê û encamên baştir bidest bixe.
Qedexeya giştî li bajarê Kobanê, Sirîn, Eyn Îsa, Qenaya, Çelebiye û gundewarên wê dê were ferzkirin.
Armanca Nivîsgeha Pilansazî û Serjimarî ya Kantona Firatê ku pêvajoya serjimêriyê dişopîne ku bingeheke daneyên giştî berhev bike ku hemû sektorên xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê yên li kantonê bigire nav xwe.