Şandeya Awistralyayê serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir

Şandeya Awistralyayê, bi serkêşiya serokê Senator David Shoebridge endamê meclisa rospiyan, di çarçoveya gera meydanî de ji bo lêkolîna rewşa siyasî, civakî û mirovî ya herêmê serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Qamişlo kirin.

Şand ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve, Birêz Fener El-Kiêt, û cîgiran, Birêz Robîl Biho û Birêz Gulîstan Elî ve hate pêşwazîkirin.

Desteya seroketiyê a Daireyê serdan pêşwazî kir, ew wekî gaveke erênî bi nav kir, û tekez kir ku pêwîst e vebûna navneteweyî ji bo herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê berfirehtir bibe û diyaloga siyasî ya cidî ji bo çareserkirina krîza heyî were aktîfkirin.

Herdu aliyan girîngiya çareseriyeke siyasî ya berfireh wekî tekane rêya bidawîkirina krîza Sûriyeyê, ku ji deh salan zêdetir berdewam dike, tekez kirin. Her wiha diyar kirin ku pêwîst e Peymana 10’ê Adarê were cîbicîkirin û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî jî mafên jinan, werin misogerkirin.

Birêz David Shoebridge spasiya xwe ji bo ezmûna rêveberiya xweser anî ziman, nemaze di warê tevlîkirina jinan di qadên biryardanê de, û destnîşan kir ku ev ezmûn “hêjayî piştgirî û veguheztinê ye wekî modelek demokratîk a bêhempa li herêmê.”

Shoebridge spasiya xwe ji bo hewldanên Rêveberiya Xweser di parastina aramiyê û şerê li dijî terorê de anî ziman, û rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD’ê) di têkbirina DAIŞê de diyar kir