Şandeya Awsturaliyayê serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeya Awsturalyayê bi serokatiya Senator David Shoebridge serdana Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ew jî bi armanca naskirina rastiya herêmê û ezmûna Rêveberiya Xweser.

Şande ji aliyê endamên Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber, Hevserokên meclisê Hisên Osman û Evîn Siwêd, cîgirên hevserokatiyê Hemdan El-Ebid û Cozêf Îsa ve hate pêşwazîkirin.

Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber kêfxweşiya bi serdana şandeyê nîşan da, gelek mijarên girêdayî rewşa giştî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zehmetiyên ku rastî Rêveberiya Xweseriya Demokrjatîk tên, pêşketin û geşedanên li Sûriyê beriya ketina rejîma hilweşyayê û piştî wê, nîqaş kirin.

Her wiha di nîqaşên bi şandeyê re de pêşketinên di warê pêkanîna Peymana 10`ê Adarê de, zehmetiyên ku pêkanîna wê tên û amadebûna Rêveberiya Xweser ji bo avêtina gavên pêwîst di çarçoveya wê de hatin nîqaşkirin.

Senatorê Awsturaliyayî David Shoebridge got, ew ê hevkarên xwe vexwîne da ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û ew jî ji bo rewşa herêmê nas bikin, ji ber ew herêmên aram in û kêfxweşiya xwe bi vê yekê anî ziman.