Şandeya danûstandinê bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civîya
- 04-09-2025

Şandeya danûstandinê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi Komîteya Perwerde û Fêrkirnê re, bi beşdariya hevserokên desteyê û şêwirmendên wê û bi beşdariya Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed re, civiya.
Di civînê de, Îlham Ehmed encamên hevdîtinên xwe ya dawî bi hikûmeta Şamê re pêşkêş kir, û tekez kir ku mijara perwerdeyê dê xala yekem be ji bo destpêkirina diyalogê di navbera her du aliyan de.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Perwerde û Fêrkirinê nerîna xwe ya ji bo çareseriyê, di gel pirsgirêk û zehmetiyên ên ku riya entegrasyonê pê re tê, pêşkêş kir. Di dawiya civînê de, komîteyê amadebûna xwe ji bo diyaloga rasterast bi hikûmeta Şamê re tekez kir.
Hêjayî gotinê ye ‘ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê bi hikûmetê re ji bo pêkanîna ezmûnên perweedeya bingehîn û navîn li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevkar bû. Ev yekem hevkariya fermî di navbera her du aliyan de di warê perwerdeyê de ye.