Şandeyek ji Meclisa Leşkerî ya Reqayê serdana Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser kir

Şandeyek ji Meclisa Leşkerî ya Reqayê serdana Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji aliyê Desteya Serokatiyê ya Meclisa Gelan a Demokratîk ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate pêşwazîkirin û şandeya Meclisa Leşkerî destpêkirina erkê Hevserokê Meclisa Gelan aDemokratîk Kenan Berekat pîroz kir.