Şandeyek ji Rêveberiya Xweser beşdarî 1’mîn konferansa komînan li kantona Firatê bû
- 17-12-2025
Yekem konferansa komînan li kantona Firatê bi beşdariya şandeyeke ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ligel nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî û hevserokên komînên kantonê, hate lidarxistin.
Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Kenan Berekat, cîgirê meclisê Yaser El-Silêman, cîgirên Meclisa Rêveber Hesen Koçer û Hemdan El-Ebd, her wiha nûnerên rêveberiya xweser a kantona Firatê beşdarî konferansê bûn.
Di axaftina xwe ya vekirinê de, Kenan Berakat pêşwazîya lidarxistina konferansê kir, û tekez kir ku komîn bingehîn a civakê û stûna yekem di avakirina pergala xwerêveberiya demokratîk de pêk tînin, û pêwîstiya aktîvkirina rola wan di rêxistinkirina civakê û zêdekirina beşdariya gel di biryardanê de diyar kir.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê hevseroketiya Meclisa Rêveber Hesen Koçer geşedanên siyasî yên dawî li ser qada Sûriyeyê nirxand û tekez kir ku Rêveberiya Xweser pabendbûna xwe bi çareseriyeke siyasî û diyalogê û redkirina çareseriyên leşkerî didomîne. Û destnîşan kir ku polîtîkayên înkarê yên ku ji aliyê rayedarên Şamê ve têne meşandin rê li ber bidestxistina çareseriyeke berfireh digirin û got ku Rêveberiya Xweser parçebûnê naxwaze, lê belê dixwaze Sûriyeyeke demokratîk ku hemû pêkhateyên wê di nav xwe de bigire, û Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî rola xwe ya diyarker di şerê li dijî terorê de, bingeha ewlehî û aramiya welêt temsîl dikin.
Hemdan El-Ebd di axaftina xwe de tekez kir ku serkeftina xebatên komînan berpirsiyariya kolektîf û hewldana rêxistinkirî hewce dike, û banga xurtkirina rola komînê di civakê de kir ku piştgiriyê dide Hêzên Sûriya Demokratîk di parastina ewlehî û aramiya herêmê de.
Di Konferansê de nîqaşên kûr li ser mekanîzmayên pêşxistin û ji nû ve sazkirina karê komînan kir, û bi hin encamên girîng bi dawî bû: ji nû ve avakirina komînan û aktîvkirina komîteyên wan, bi taybetî komîteya jinan, amadekariya ji bo damezrandina komîna jinan, bicîhanîna bendên hevpeymana civakî ya têkildarî komînan, û her weha pabendbûna bi biryarnameyên ku ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk ve di derbarê roja komînan de hatiye derxistin

