Şandeyek ji Rêveberiya Xweser beşdarî şahiya Roja Cîhanî ya Xwedî Pêdiviyên Taybet bû

Şandeyek ji Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî şahiya ku li bajarê Kobanê bi boneya Roja Cîhanî ya Xwedî Pêdiviyên Taybet hate lidarxistin, bû.

Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran Farûq El-Maşî, cîgirê wî Behaa Elî, Gerîndeyê Nivîsgeha Xwedî Pêdiviyên Taybet a nivîsgehê Kemal El-Ehmed, endamên Desteya Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Firatê, bi dehan şênî û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser li kantonê, beşdarî şahiyê bûn.

Şahî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Huner a bajarê Kobanê hate lidarxistin. Di şahiyê de sînevizyon derbarê behre û destkeftiyên xwedî pêdiviyên taybet hate pêşandan, her wiha şano û stran jî hatin pêşkêşkirin û helbest jî hatin xwendin.

Her wiha axaftin hatin kirin û tekezî li ser girîngiya destekdayîna ji xwedî pêdiviyên taybet re, peydakirina hewayeke baş ji wan re da ku enerjî û afirîneriya wan derxînin hate kirin û îşaret bi girîngiya rola civakê di xurtkirina beşdarbûna wan di warên cûda de, hate kirin.

Di dawiyê de 52 kesên xwedî pêdiviyên taybet ji bo ked û beşdarbûna wan, hatin xelatkirin.