Şandeyek ji Rêveberiya Xweser beşdarî xwepêşandanekê li Hesekê bû
- 13-01-2026
Îro şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî xwepêşandanekê bû ku ji aliyê şêniyên bajarê Hesekê ve hatibû lidarxistin, û di heman demê de merasîmên oxirkirina cenazeyên şehîdên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên li bajarê Kobanî hatin lidarxistin.
Xwepêşandan li çerxerêya El-Hemame ya bajarê Hesekê hate lidarxistin, ku bi sedan şêniyên bajêr, ligel nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, beşdar bûn, da ku qurbanîdana şehîdên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav biki
Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo axivî û berdewamiya rêya berxwedanê û şopandina şopa şehîdan diyar kir, û tekezî li ser berdewamiya têkoşîna ji bo rûmet û azadiyê kir, û fedakariya şehîd Ziyad Heleb bi bîr anî, ku di parastina van nirxan de şehîd bû.
Xwepêşandan bi durişmeyên dilsoziya bi xwîna şehîdan re û soza şopandina şopa wan heta bidestxistina azadiyê bi dawî bû.

