Şandeyek ji Rêveberiya Xweser serdana kampa koçberan a Girê sipî kir da ku rewşa koçberan bişopînin
- 10-11-2025
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana kampa koçberan a Girê Sipî kir, da ku rewşa koçberan bi nêzîkbûna zivistanê re bibînin û asta perwerdehiyê li kampê bişopînin.
Şande ji hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran Farûq El-Maşî, cîgirên desteyê Behaa Elî û Îlham Hisên, hevserokê Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a kantona Firatê Ehmed Xoce û rêveberên ji Meclisa Bajarê Eyn Îsa û Komîteya Karûbarên Civakî ya bajêr pêk hat.
Di serdanê de, şandeyê rewşa koçberên li kampê û amadekariyên ji bo pêşwazîkirina zivistanê kontrol kir, ji bilî ku pêvajoya perwerdehiyê di nav kampê de çawa didome, lêkolîn kir.
Şandê her wiha serdana meclisa Bajarê Eyn Îsayê kir û bi rêveberiya meclisê re li ser rewşa herêmê û rêbazên çareserkirina pêdiviyên gel nîqaş kir.

