Şandeyek ji Rêveberiya Xweser tev li kongreyê damezrîner ê Partiya Yekîtî ya Ermenî bû

Partiya Yekîtiya Ermenî kongreyê xwe yê damezrîner îro bi dirûşmeya “”Bîranîna Qirkirina Ermeniyan: Soza edalet û vejînê” bi beşdarbûna şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya cîgirên Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El-Ebid û Cozêf Îsa û nûnerên Meclisa Demokratîk a Gelan, lidar xist.

Kongre li hola Serdem a bajarê Hesekê, hate lidarxistin. Fermandara YPJ`ê Rohilat Efrîn, nûnerên MSD`ê, partiyên siyasî û şêx û rûspiyên eşîreyên erebî û kurdî jî tev li kongreyê bûn.

Di kongreyê de dîmenek li ser qirkirina ermenî hate pêşkêşirin û paşê wesîqeya siyasî ya partiyê hate xwendin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî, lidarxistina kongre pîroz kir û got ku ew weke bersivekê ji bo qonaxek dîrokî ya dijwar ku gelê me nexasim ciwan ji ber hêzên neheq ên ku hewl dan mirov biguherînin, lê nikarîbûn nirx, resenî û baweriya di wî de ava kirî, derbas bikin, hate lidarxistin.

Hemdan El-Ebid spasiya rewşenbîr û xwediyên ramana azad û hemû kesên ku bawer dikin ku mirovahî nirxa herî bilind e û rûmeta mirovan bingeha her projeyeke niştîmanî ya serkeftî ye, kir. Her wiha spasiya neteweya demokratîk kir ku mirovahî kiriye armanca xwe, jiyana hevbeş kiriye pîvana xwe û edalet jî kiriye armanca xwe.

El-Ebid tekez kir ku rêzgirtina mirovahiyê ne li dijî baweriyê ye, lê belê wê temam dike û destnîşan kir ku nasnameya me ya hevbeş mirovahî ye, Sûriye bi hemû mezhebên xwe yek welat dimîne, ev rêya dîrokî asoyan ji bo pêşeroja Sûriyê weke komareke li ser bingeha nirxên azadî, rûmet û hemwelatîbûna wekhev, vedike.

Hemdan El-Ebid di dawiya axaftina xwe de bang kir ku Sûriyê yekbûyî be, destûra wê ya adil bêyî cûdahiya di navbera tu kesî de hebe û diyalogeke sûrî hevgirtî ku mafên hemû gelên Sûriyê garantî dike, hebe.

Her wiha Endama Fermandariya YPJ`ê Rohilat Efrîn jî axivî, lidarxistina kongre pîroz kir û hêvî kir ku ev partî roleke erênî di xurtkirina pireyên biratî û hezkirina di navbera pêkhateyên Sûriyê de, bilîze.

Di kongreyê de gelek axaftinên din jî hatin kirin û tekezî li ser yekîtiya refa pêkhateyên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Her wiha rêziknameya partiyê hate xwendin, nîqaşkirin û erêkirin û Îmad Teteriyan weke Sekretêrê Giştî ya Partiya Ermenî hate hilbijartin û endamên nivîsgeha siyasî ya partiyê jî hatin diyarkirin.

Kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû ku hin encam di nav xwe de digirt, ji wan:

Redkirina têgeha kêmneteweyan

Tekezkirina ku Ermenî beşek yekgirtî ya civaka Sûriyê ne

Pêwîstiya beşdarbûna Ermeniyan di her konferansek neteweyî ya Sûriyê ya muhtemel ku li Şamê were lidarxistin

Tekezkirin ku pêdivî bi nivîsandina destûrekE Sûriyê ya berfireh heye ku tê de nivîsên zelal ên nasname û zimanê Ermenî û pêşxistina jiyana niştîmanî hebin.

Berçavgirtina parastina hemû pêkhateyan weke berpirsiyariyeke niştîmanî hevbeş

Divê tu navend an meclis bi navê ermeniyan neyên vekirin bêyî ku li Partiya Yekîtiya ermeniyan vegerin.

Hemû navendên bi navê gelê ermenî yên li derveyî çarçoveya partiyê werin girtin

Misogerkirina nûnertiya ermeniyan di hemû saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li ser asta Sûriyê bi giştî.