Şandeyek ji Rêveberiya Xweser tev li şahiya Roja Cîhanî ya Kobanê bû
- 01-11-2025
Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li şahiya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Berxwedana Kobanê, bû. Şahî li Qada Şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê, hate lidarxistin.
Endamên Desteya Hevserokatiay Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêwermenda Meclisa Demokratîk a Gelan, Hevserokatiya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hevserokatiya MSD`ê, rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê û bi sedan şênî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, cîgira hevserokatiya meclisê Mizgîn Xelîl, Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Hediya Yûsif, Hevserokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ismet Şêx Hesen, Hevserokê MSD`ê Mehmûd El-Mislit, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl, axivîn.
Di axaftinan de girîngiya vê rojê û berdêlên ku parasvanên bajarê Kobanê li hember rêxistina terorîst a DAIŞ`ê danî û bandora ku vê berxwedanê û serkeftina wê di pêşeroja gelên herêmê de, hate bibîranîn.
Her wiha di şahiyê de stran ji aliyê komên hunerî yên girêdayî Hunergeha Welat ve hate pêşkêşkirin û dîlan ji aliyê beşdaran ve hatin gerandin.

