Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya beşdarî merasîma oxirkirina şehîdên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bû

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî bi deh hezaran şêniyên herêmê, Fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rêxistinên jin, ciwan û olî, û serokên eşîran û , beşdarî merasîma oxirkirina şehîd, fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb û şervan Brûsk li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanî bûn.

Meresîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve dest pê kir

Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman axivî’ û got ku şêniyan û hêzên ewlekariya hundirîn ji bo parastina mafê jiyana bi rûmet berxwedaneke bi heybet nîşan dan

Osman wiha got : “Êrîşa ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hedef girt, li dijî hemû peymanên navneteweyî ye û bi tawanên şer, kuştin re hat, ku sûcdar berpirsiyariya wan a qanûnî û exlaqî ya tevahî digirin ser xwe.”

Hisên Osman diyar kir ku “ev kiryar xizmeta yekîtiya Sûriyeyê nakin, lê belê dixwazin parçebûnê kûr bikin. Berevajî vê, Rêveberiya Xweser, dema ku şehîdên xwe bi bîr tîne, tekez dike ku ew bi projeya xwe ya demokratîk berdewam dike, ku ji aliyê hemî pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryanî, Tirkmen û Çerkezan ve hatiye pejirandin, ku tê de maf û rûmeta hemî gelan bêyî ku werin dûrxistin têne parastin.”

Her wiha Cîgirê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, qxivî û got ku êrîşa li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne êrîşeke asayî bû û got: “Çar hêz beşdarî wê bûn: DAIŞ ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû çekdarkirin, hikûmeteke demkî ku parastina wê dikir û hêzên navneteweyî yên ku bêdeng man.”

Kçer got ku: “Berxwedana Şêx Meqsûd îdiayên rêxistinên navneteweyî yên ku bi navê mirovahiyê diaxivin îspat kir, û ew êdî nikarin gelên demokratîk bixapînin.”

Çîgira Desteya Hundirîn ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Kobanî jî tekezî li ser israr, şopandina rêya şehîdan û pabendbûna bi rêbaza neteweya demokratîk kir.

Merasîm bi radestkirina wesîqeya şihadetê li malbatên şehîdan û sipartina şehîdan li axa pîroz li şehîdlika şehîd Dicle li Kobanî ,bi dawî bû .