Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tev li konferansa giştî ya komînên Kantona Reqayê bû

Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro tev li xebatên konferansa giştî ya komînên Kantona Reqayê bû. Konferans bi dirûşmeya “Komîn bingeha sereke ya pêşxistina civaka demokratîk e”, hate lidarxistin.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê, Hevserokatiya komînên kantonê tev li konferansê bûn. Di konferansê de beşdaran rêbazên aktîfkirina rola komînan, xurtkirina pêkanîna wan a rêxistinî û xizmetguzerî li gorî pîvanên Peymana Civakî, nîqaş kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Hemdan El-Ebid di konferansê de axivî, tekezî li ser girîngiya komînan kir ji ber ew bingeha sereke ya pêşxistina civakê, başkirina asta xizmetan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û îşaret bi girîngiya pêşxisstina mekanîzmeyên kar û xurtkirina beşdarbûna şêniyan di biryardayînê de, kir.

Her wiha di konferansê de gavên piratîkî ji bo pêşxistina koordînasyona di navbera komîn û meclisên herêmî de jî hatin nîqaşkirin ku rola wan weke aliyekî xizmetguzerî û rêxistinî rasterast ji civakê re, were xurtkirin.

Di dawiya konferansê de tekezî li ser berdewamiya xebatên hevbeş ji bo xurtkirina rola komînan û xurtkirina beşdarbûna wan weke bingehên sereke di binesaziya civakê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, hate kirin.