Şandeyek rojnamevanên Yewnanî serdana Meclisa Demokratîk a Gelan kir

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandek rojnamevanên Yewnanî, pêşwazî kir. Serdan di çarçoveya naskirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û mekanîzmeya xebatên saziyên wê, pêk hat.

Di serdanê de Desteya Hevserokatiya Meclisa Gelan derbarê pîvanên Rêveberiya Xweser û bingehên wê yên demokratîk ên li ser pîvana beşdarbûn û pirrengiyê û rola wê di xurtkirina aramiya li herêmê, nirxandineke berfireh, pêşkêş kir.

Di dawiyê de her du aliyan tekezî li ser girîngiya veguhestina ezmûna Rêveberiya Xweser ji raya giştî ya cîhanî re û xurtkirina pêwendiya di navbera gelan de bi rêya ragihandina azad û zelal, kir.