Saziya Giştî ya Pembo dest bi belavkirina fatûreyan li cotkaran kir

Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro dest bi belavkirina fatûreyên berhemên pembo li cotkarên Kantona Reqa û bajarê Hesekê, kir.

Li gorî Hevserokê Saziya Giştî ya Pembo ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mustefa Îbrahîm, fatûre li du navendan têne belavkirin a yekem li bajarê Hesekê li Komîteya Darayî ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya din jî li Kantona Reqa li daraya Komîteya Depo û Aşan.

Mustefa Îbrahîm diyar kir ku ji bo fatûreyên pembo ku li navenda 7 Kîlo ya Kantona Dêrazorê hatine wergirtin dê di rojên pêş de navenda wergirtina fatûreyan were diyarkirin û ew jî tenê dê 1 roj be ji ber miqdarên ji cotkaran hatine wergirtin, pir kêm in.

Mustefa Îbrahîm di dawiyê de îşaret bi girîngiya pabendiya bi dûrê û beşdarbûna kesayetî ji bo wergirtina fatûreyan, kir.