Saziya Giştî ya Pembû destpêkirina amadekariyan ji bo wergirtina berhema pembû radigihîne
- 11-08-2025

Hevserokê Saziya Giştî ya Pembûyê a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ Mistefa Îbrahîm diyar kir ku ‘saziyê amadekariyan dike ku di meha Îlonê de navendên kirîna pembûyê vekin
Mistefa Îbrahîm her wiha got ku saziyê 3’ê navend ji bo wergirtina berhema pembû li kantonên Reqa, Dêra Zor û Cizîrê
Saziyê her wiha Şel li navendên taybet ên li Tirbespiyê, Hesekê û Amûdê yên kantona Cizîrê, li bajarê Kobanî yê kantona Firatê û her wiha li kantonên Reqa û Dêra Zorê belav kir
Îbrahîm texmîn dike ku ‘hilberîna pembû li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihîje 75,000 ton, û rûbera ku îsal bi pembû hatiye çandin bi qasî 250,000 donim tê texmînkirin, ku ji par kêmtir e, dema ku ew du qat ji rûbera niha bû.
Hevserokê Saziya Giştî ya Pembûyê destnîşan kir ku şert û mercên hewayê yên îsal ji bo zêdebûna hilberîna pembûyê baş in, û got ku serdanên meydanî îspat kirine ku pembû ji aliyê kêzikên çandiniyê an nexweşiyên wê ve nehatiye bandorkirin