Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan amadekariyên belavkirina tovên genim li cotkaran dike

Mihemed Meamê, şêwirmendê Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan a Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, amadebûna saziyê ji bo belavkirina tovên genim a berhema nû ya çandiniyê li cotkaran eşkere kir. Û diyar kir ku heta 35,hezar ton tov amade ne ku ji bo cotkaran werin belavkirin dema ku ew ruxseta çandiniyê bistînin.

Meamê destnîşan kir ku navendên xirbalê û yê paqijîyê yekser piştî ku cotkarên peymankar berhemên xwe radestî navendên wergirtinê kirin, dest bi hilberandina tovên genim kirin. Ji wê demê ve, sazî kariye mîqdarên di navbera 30 û 35 hezar ton de kontrol bike û xirbal kiriy e

Her wiha tekez kir ku’ armanca kontirol û xirbalê ew e ku heta 50’ hezar ton tov ji bo belavkirina li ser cotkaran amade bike. Ji ber vê yekê, operasyonên xirbalê hîn jî berdewam e . Û dê bersiva hemî daxwazên tovan bide û dê operasyonên kontirolê û xirbalê heta 31’ê Çile bidomîne

Derbarê plana peymankirin û hilberîna tovan a sala bê, şêwirmendê Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan a Herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê Mihemed Meamê diyar kir ku ,serlêdanên peymankirinê yên ji aliyê cotkaran ve têne pêşkêş kirin dê ji 15’ê Îlonê heta 25’ê Îlonê werin qebûlkirin,

her wiha got, “Plansaziya peymanên îsal ew e ku di navbera 70,000 û 80,000 ton genim de were hilberandin, ku rûberek di navbera 250,000 û 300,000 doniman de ye. Hejmara peymankaran ji 4,000 heta 5,000 diguhere, û ew ê îsal heta 8,000 ton tov ji bo çandinê werbigirin.”

Mihemed Meamê got ku bihayê tov hîn nehatiye eşkerekirin, lê tê payîn ku di rojên pêş de ji aliyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve were ragihandin. Û destnîşan kir ku ‘wan ji ber şert û mercên avhewayê yên dijwar ên ku herêmê di sala borî de jiyan kir û hilberîna bi giştî qels bû, bihayê teşwîqê pêşniyar kirine.