Saziya Pirkirina Tovan amadekariyên ji bo wergirtina genim a 2025-2026an dinirxîne û piştgiriya xwe ji bo cotkaran tekez dike
- 02-09-2025

Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan a Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Sewldaeiyê a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro Sêşemê bi beşdariya hevserokên Desteya Aborî û Çandiniyê û Meclisê, civîna xwe ya asayî li dar xist
Di civînê de, wergirtina çandiniyê a genim ya 2024-2025 hate nirxandin, û beşdaran li ser amadekariyên saziyê ji bo wergirtina a 2025-2026 nîqaş kirin, û tekezî li ser pêwîstiya dabînkirina mîqdarên têr ên tovan li hemî kantonan û pêşxistina plan û mekanîzmayên zelal ji bo peymankirina bi cotkaran re ,kirin.
Civînê girîngiya piştgiriya ji bo cotkaran, bi taybetî di warê dabînkirina tov û semadê de bi bihayên li gorî şert û mercên heyî, bi taybetî ji ber ziwabûna ku niha bandorê li herêmê dike, tekez kir.
Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan her wiha ragihand ku ji bo amadekirina belavkirinê di çarçoveya rêziknameyên çandiniyê yên pejirandî de ji bo wergirtina nû, pêvajoya kontrolkirin, sterilîzasyon û hilanîna tovan li navendên cûda temam bûye.
Civîn bi hin encaman bi dawî bû û wihan e ;
-Peymankirin bi cotkaran re dê ji 15’ê Îlonê pê ve dest pê bike, bi şertê ku rûber ji 300,000 donimî derbas nebe.
-Xebatên kontrolkirinê heta temamkirina mîqdara pêwîst dê berdewam bikin.
-Lidarxistina dewreyên perwerdeyê ji xebatkarên saziya pirkirina tovan ji bo pêşxistina asata wan di kar de
-Koordînasyon bi yekîneyên berfirehkirina çandiniyê û komîteyên zeviyê re.
-Amadekirina plansaziya ji bo pêşxistina binesaziyê li navendan û dabînkirina pêdiviyên xebatê yên pêwîst ji bo misogerkirina performansa bi kalîte di wergirtinê bê de.