Xebatên sererastkirina rêyên bajarê Reqayê dewam dike

Mehmûd El-Hemam, endezyarê çavdêriya çêkirina rêyan a bajarê Reqayê , got ku atolyeyan dest bi xebatê li ser kolana sereke ya li taxa El-Teyar kirine, ku bi qasî /800/ metre dirêj û /12/ metre fireh e. Û diyar kir ku qonaxa yekem a projeyê rakirina qata zifta kevin û danîna qatek keviran ya /20/ cm stûr li şûna wê ye, piştî vê dê bi zift were danîn

El-Hemam her wiha got ku kolanên taxa El-Idxar û çend kolanên sereke yên navenda bajêr, wekî kolanên El-Mansûr û El-Elmetez, hatine ziftkitin, ev yek ku projeya ziftkirina rêyan gihîştiye %90ê rêjeya temambûnê ya plankirî, û tenê çend rê mane ku werin bicîhanîn.

El- Hemam got, kolanên ku tên ziftkirin Rêya Nezlet El Tayyar, rêya ku Çarxereya El Dela bi Çarxereya El-Temwîn ve girêdide, û çend kolanên alîgir ên di navbera Kolanên El Wadî û Tel Abyad de ne.

Serpereştyar destnîşan kir ku heta niha mîqdara zifta ku hatiye çêkirin gihîştiye 17,000 metrekupî ji tevahî 21,000 metrekupî ya vê salê