Xelef El-Meter tekezî li ser berdewamiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê di baştirkirina kalîteya perwerdeyê li Herêmê kir
- 14-09-2025
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Xelef El-Meter destpêkirina sala xwendinê 2025 – 2026`an li zarokên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku ev sal sala serkeftinê be.
El-Meter diyar kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê hewl dide asta kalîteya fêrkirin û perwerdeyê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê baştir bike, beriya sala xwendinê ya nû gelek amadekarî hatin kirin û dewreyên perwerdeyê ji mamosteyan re hatin lidarxistin û ew jî bi armanca bilindkirina asta wan.
El-Meter wiha domand: “Hewldan hatine kirin ku aliyên rêveberî yên di nav dibistanan de baştir bibin, arşîvê kontrol bikin û kaxezan rêk bikin. Ji bilî guhertinên nû di bernameyên perwerdeyê de, di pergala nirxandinê ya heyî de jî guhertin hatine kirin. Pêvajoya nûvekirinê li sê qonaxan hatiye dabeş kirin.”
El-Meter di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Qonaxa yekem polên yekem û çaremîn ên dibistana seretayî, pola heftemîn a dibistana navîn û pola dehem a lîseyê dihewîne. Qonaxa duyem polên mayî dihewîne. Di heman demê de qonaxên sêyem û dawîn niha ji bo pêkanînê bi destpêkirina sala xwendinê re têne amadekirin.”
El-Meter tekez kir ku zehmetî ji ber rewşên koçberên ji Efrîn û Şehbayê hene û wiha pêde çû: “Hin dibistan ji bo bicihkirina wan hatin bikaranîn. Vê yekê jî astengî li pêşiya xwendekaran çêkir. Rêveberiya Xweser dixebite da ku dibistanan vegerîne û ji bo pêşwazîkirina xwendekaran, amade bike.”
Xelef El-Meter di dawiyê de got deste xebatên xwe ji bo pêşxistina meteryal û baştirkirina kalîteya fêkirinê, didomîne.
