Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi projeya xweşikirina deriyê rojhilatê bajarê Qamişlo, kir

Yekîtiya Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi projeya sererastkirina deriyê veguhestinê yê rojhilatê bajarê Qamişloyê, kir. Ev yek bi hevkariya Şaredariya Qamişlo re tê kirin.

Ev kar di çarçoveya projeya pêşxistina rêya Dêrik – Qamişlo de tê kirin û di çarçoveya plana stratejîk a pêşxistina binesaziyê û baştirkirina dîmena estetîkî ya bajaran de ye.

Di projeyê de dê sêwiraneke mîmarî hunerî ku sembola deriyê bajêre dê were çêkirin ku têde avahîsaziyê bi sê kunan e û li jor wê jî hevokeke pêşwaziyê bi sê zimanên fermî: Erebî, Kurdî û Suryanî, li ser wê hatiye nivîsandin.

Ji qonaxên projeyê çêkirina rêyên peyatî yên modern, rêyên navîn ên bi kulîlk û şînatiyan hatine çandin, rêyên navîn ên rêkûpêk û stûnên ronîkirinê bi sêwirana bajarî ya ahengek dihewîne.

Beşa rêyên navendî ya Yekîtiya Şaredariyan xebatên beşa yekem ji qîrkirinê bi dirêjahiya 7 km ku ji bajarê Qamişlo heta qundê Tenûriyê ye bidawî kir û di vê heftiyê de dê dest bi xebatên xweşikirinê ji herêma Nehmetliyê ber bi Dêrikê ve, bike.

Tê texmînkirin ku lêçûna qonaxa yekem a projeyê nêzîkî 1 milyon dolar be û tê bayîn ku di nava 4 mehan de bidawî bibe.