Zanîngeha El-Şerq 4 sal ji serkeftina akademîk û lêkolînê ber bi pêşerojeke zanistî ya sozdar ve

Hevseroka Zanîngeha El-Şerq a Reqayê Rena Mustefa Ebdulqadir got, zanîngehê di sala 2021`an de, sala ku hatiye damezrandin, bi beşdariya komeke karmendên akademîk dest bi yekemîn pêvajoya qebûlkirinê kir û beşdarbûneke berfireh a xwendekaran hate dîtin.

Rena Ebdulqadir destnîşan kir ku Zanîngeha El-Şerq pergaleke akademîk a cûda bikar tîne ku ji zanîngehên din ên herêmê cûda ye, ji ber ku ew ji xwendekaran dixwaze ku rêjeya beşdarbûnê herî kêm ji sedî 80 be û girîngiyê dide aliyê lêkolîn û sepandinê yê pêvajoya perwerdeyê.

Rena diyar kir ku têkiliya di navbera profesor û xwendekar de li zanîngehê li ser bingeha danûstandin û nîqaşa zanistî ye ku ev yek roleke girîng dide xwendekar di avakirina zanîn û jêhatîyên xwe de.

Têkildarî zehmetiyên ku ji destpêka damezirandinê rastî zanîngehê tên Rena anî ziman ku zehmetî di adaptekirina xwendekaran bi pergala akademîk a nû de bûn, lê di salên pêş de tişt hêsantir bûn ji ber pisporiya karmendên hînkirin û rêveberiyê zêdetir bû.

Di nava 4 salan de, zanîngehê di avahiya xwe ya akademîk de pêşketineke berbiçav dît û zanîngeh û peymangehên nû bi berdewamî lê hatin zêdekirin.

Fakulteyên Hiqûq û Îngilîzî, ligel Fakulteyên Çandinî, Zanist, Aborî, Perwerde, Wêje, Zanista Mirovî, hatin vekirin.

Di Zanîngeha El-Şerq de hejmarek ji peymangehên pispor hene, ew jî Peymangeha Zanistên Rêveberî û Darayî (Beşa Rêveberî û Hesabdariyê), peymangeha zimanan (Îngilîzî, Ferensî, Kurdî) û Peymangeha Bernamesazî û Komputerê ne.

Di sala 2025`an – 2026`an de, zanîngehê kovareke zanistî ya hevtayî ya bi du rêzeyan derxist: Zanistên mirovahî û zanistî. Ji bilî navenda lêkolînan û peymangeha xwendinên lîsansê ku bi sê bernameyên masterê di dîsîplînên hiqûq, çandinî û kîmyaya sepandî de dest pê kir. Rena Ebdulqadir destnîşan kir ku piştî lêkolîna pêwîstiyên civakê û bazara kar, pilanên pêşerojê hene ku bernameyên doktorayê vekin.

Di 29`ê Cotmehê de, Zanîngeha El-Şerq yekem beşa xwe, ku ji 129 xwendekarên jin û mêr pêk dihat, derçû. Rena Ebdulqadir ew roj weke berhema 4 salan, sebir û xebata dijwar bi nav kir û tekez kir ku xwendekarên derçûyî dê roleke girîng di xizmetkirina civakê, rêveberî û saziyên cûda de bilîzin.
Hejmara xwendekarên Zanîngeha El-Şerq bi qasî 800 xwendekarên mêr û jin tê texmînkirin, ku li ser gelek zanîngeh û peymangehan belav bûne. Zanîngeh ji bo berfirehkirina şaxên xwe dixebite, ji ber ku par li bajarê Tebqa şaxek vekir, ku ji bilî, beşên zimaê Îngilîzî, Zimanê Kurdî, Endezyariya Sivîl, Mekanîk û Elektrîkê jî di nav de ne.

Hevseroka Zanîngeha El-Şerq her wiha got ku’ vekirina her beşeke nû piştî lêkolîneke kûr û nîqaşan di nav meclisa zanîngehê de û bi hevrêziya bi rayedariya perwerdehiyê re tê kirin, da ku bername li gorî pêdiviyên civakê û kar bin.

Zanîngeha El-Şerq, bi hevkariya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber zêdebûna hejmara xwendekaran û kêmbûna holan, dixwaze qada xwe berfireh bike. Kar li ser projeyek ji bo avakirina avahiyek zanîngehê ya yekgirtî ku tesîsên perwerdehî, niştecîhî û îdarî di nav hawîrdorek akademîk a pêşketî de dihewîne, didomin e.

Ji aliyê xwe ve, Dr. Riyad El-Elî, endamê fakulteyê li Zanîngeha El-Şerq, destnîşan kir ku zanîngeh bi pejirandina stratejî û modelên nûjen ên ku armanc dikin rêbazên hînkirin û fêrbûnê bi karanîna teknolojiya pêşketî biguherînin, û li ser pêşxistina pergala xwe ya perwerdehiyê dixebite.

El-Elî diyar kir ku zanîngehê ji bo baştirkirina asta perwerdeyê û baştirkirina karîgeriya mamosteyan û naveroka akademîk dest bi sepandina teknolojiyên zekaya istînaî di pêvajoya perwerdehiyê de kiriye, û tekez kir ku xwendin li Zanîngeha El-Şerq li ser xwendekar û hewcedarî û berjewendiyên wî ye, ne ku bi tenê bi dayîna agahdariyê ve sînordar be.

Û got ku zanîngeh sîstemeke xwendinê ya li ser bingeha pisporiyê bi kar tîne, ku tê de xwendekar ji astek ber bi astek din ve naçe heya ku şertên asta heyî bi serkeftî neyên temam kirin, ku ev yek dibe alîkar ku valahiyên xwendinê yên ku xwendekar dikarin pê re rû bi rû bimînin kêm bibin.

El-Elî her wiha tekez kir ku zanîngeh bi rêya dewreyên perwerdeyê û çalakiyên nirxandinê yên berdewam ên ku armanc dikin karîgeriya wan bilind bikin û asta xewndinê baştir bikin, balê dikişîne ser bernameyên pêşketina pîşeyî ji bo mamoste û endamên fakulteyê.

Dr. Riyad El-Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got ‘ Zanîngeha El Şerq bi van gavan dixwaze pergaleke xwendinê ya modern û bibandor ava bike ku teknolojiyê, sepandina pratîkî û afirîneriya akademîk bi hev re bihewîne, da ku nifşek ji mezûnan amade bike ku bikaribin bi awayekî çalak beşdarî pêşketina civaka xwe û avakirina pêşerojek baş bibin.